Li gorî qanûnek ku roja Pêncşemê dikeve meriyetê, Ciwanên Polonî dê êdî nikaribin cixareyên elektronîkî bistînin, ku ew ê li cihên giştî jî bêne qedexekirin.
Li gorî vê metnê, ku di meha Tîrmehê de ji aliyê Parlamentoya Polonyayê ve hat dengdan, cixareya elektronîk dê bi cixareya kevneşopî re wekhev were danîn û ji bilî cihên ku bi taybetî ji bo çixarekêşan hatine veqetandin, dê li cihên giştî were qedexekirin. Her wiha dê firotina kesên di bin 18 saliyê de, di makîneyên otomatê û li ser înternetê de bê qedexekirin. Her cure reklam û danasîna cixareya elektronîk jî dê bên qedexekirin.
Kanî : tvanews.ca